Li Rihayê piraniya zarokên kar dikin ji xwendinê dûrketine

preview_player
Показать описание
Li Rihayê hejmarek zêde zarok ji bo ku debara mala xwe bikin li bazarên sebze û fêkiyan bu erebokan barhilgiriyê dikin.Her çiqas ev kar ne li gorî bedena wan be jî ji bêderfetî û neçaeriyê dixebitin. Mihemed Emîn jî yek ji wan zarokan e û ji serê sibehê heta êvarê bi ereboka destê xwe bar hildigire û bi vî awayî destekê dide aboriya malbata xwe.

Mihemed Emîn hêj zarokekî 11 salî ye û diçe pola 6an. Divê ew niha li dibistanê bûya û bi dersên xwe mijûl ba. Lê belê ew bi vê ereboka destê xwe ji bo barhilgiriyê ji mal derketiye û berê xwe daye bazara sebze û fêkiyan.

Li Rihaya Bakurê Kurdistanê li bazareke fêkiyan weke Mihemed Emîn bi sedan zarok ji bo debara malbatên xwe bikin bi pereyekî hindik barê kiryaran bi erebokan dikişînin malên wan.

Mihemed Emîn Eymen dibêje: “Bavê min di febrîqeyê de dişixule. Pereyên wî têra debara malê nake. Ji ber vê mecbûr im ez jî bixebitim. Ev pereyên ku qezenç dikim jî didim diya xwe, diya min jî pêdiviyên me pê distîne. Karê me hebikî zehmet e lê ez mecbûr im bixebitim.”

Рекомендации по теме
welcome to shbcf.ru