filmov
tv
Layelaya Paxlebiharî

Показать описание
...
Berfa serê çiyayî hêj neheliyaye, gul û giya bilind bûne, çi xweş e niha ew xware û çiya, tê dengê çûkên spêdê, ez, hêj gazî xewa biharê dikim.
...
ji ser newayan gazî êkûdu dikin, dengê xwe têkilê dengên çûkên spêdê dikin, hizra min zimanê me digel zimanê wan yek e, heman tiştan dibêjin.
...
Kanê min qala hindavekê dikir, min ji wê derê berê xwe dida wê geliyê kûr, kanê ronahiya heyvê dida ser rûbarî, sîpelan ew heyv bi xwe re dibirin... Ew stêrkên asîmanan, li ser serê me dihatin hilavîstin, ronahiya stêran dida ser çavî, belgên dara maziyê, bayê spêdê, ew stêrk bi xwe re dibirin...
...
dengê çûkên spêdê tijî dike bêdengiyê, digel me deng didin, bi newayan ageh didin, gazî dikin êkûdu, rih didin bo hêviyan.
...
dengê çûkên spêdê tê, ez hêj gazî xewa biharê dikim, dibêjim/dibêjin;
biçûkê şêrînaê min
gula nesrînê min
bi nazikahî xewê dikî
bêxem radizêy
li asîmanan stêr
li deştan gulleleyî
li çiya û rûbaran
.....
pixê pixê canê şêrîn
pixê pixê canê şêrîn
xew xweş perperoka min
tu ronahiya heyvê li mala min
.....
.
.
silav ji paxla biharê, xewên xweş be ber paxla biharê.
*layebêj; Leyla Şerîpova