Ciwan Haco - Dîyarbekir [Remastered] [Official Audio - Full Album]

preview_player
Показать описание

Follow Ciwan Haco

0:00 - Bircên Dîyarbekir
6:45 - Behr
11:39 - Welatperestî
18:00 - Hawar e
21:54 - Yadê
26:42 - Gulazer
29:05 - Te Zu Tê Deranî
34:39 - Kazacok
37:25 - Leşker
41:00 - Cenga Gel
43:22 -Romanze

Produced in: 1982 / Germany

Accoustic Guitar : Abid Al Kadir
Drums : Tehjo
Bass : Leo Petrad
Keyboard : Rainer
Saz : Ciwan Haco

DOWNLOAD FROM:

LISTEN ON

Artwork: Aslı Filiz

℗Red Music Digital UG
Рекомендации по теме
Комментарии
Автор

Rojbas ciwan ez te pir hezdikim zine xurbet Estella Sierra Eckernförde

EstellaS-vv
Автор

Can qurbana te Ciwano silav bo hemû Kurdistan ✋🏿❤🌹

aramgeveri
Автор

Li Bircên Dîyarbekir, Ji Amedê slav ji tera mamoste Ciwan Haco...

Turxutqaya
Автор

Kurdistan proud of you CIWAN HACO❤️❤️❤️❤️dli me

Kelalle-ngvq
Автор

لای من خۆشترین دەنگی هەیە هەموو ئاوازەکانی شازن نیشتیمانین هەر بژی پیاوی بەهەڵوێست

SalarAhmad-oz
Автор

Ti cani can ciwan haco tü her hebi bi dengexu bi hebunaxu slawu rez ji diyarbekirda zor spas Zozan Gül 💐😊

ZozanGl
Автор

00:01 `Bircên Dîyarbekir`

Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir
Gava ku stêrk li ezmana stûxwar
Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir
Gava ku stêrk li ezmana stûxwar
Gava ku ney, bilûr û tembûr
Dahol û zirne sar bûn, sar bûn

Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir
Gava ku stêrk li ezmana stûxwar

Bi giyanek pola min navê xwe kola
Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir
Bi giyanek pola min navê xwe kola
Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir
Ez welatparêzê im, ez merovperwer im,
Ez bavê Tûjo me lo, şoreşger im şoreşger

Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir
Gava ku stêrk li ezmana stûxwar

Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir
Ez Şêx Seîdê kal bijîjkê Fuad im,
Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir
Ez Şêx Seîdê kal bijîjkê Fuad im,
Pêşmergekî bênav û bê nîşan im
Ez duh şehîd bûm, îro nû hatim,

Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir
Gava ku stêrk li ezmanan stûxwar


06:45 `Behr`

Behr bê pêl nabe
Kanî bê av nabe
Behr bê pêl nabe
Kanî bê av nabe
Dildar bê dost nabe
Mirov bê derd nabe
Mirov bê derd nabe
Mirov bê derd nabe
Behr bê pêl nabe
Kanî bê av nabe
Dildar bê dost nabe
Mirov bê derd nabe
Mirov bê derd nabe

Pey şevê re ro tê
Pey zivistan bihar tê
Pey şevê re ro tê
Pey zivistan bihar tê
Şûna tov simbil tê
Ber zorê tevger tê
Ber zorê tevger tê
Ber zorê tevger tê
Şûna tov simbil tê
Ber zorê tevger tê
Ber zorê tevger tê
Ber zorê tevger tê
Ber zorê tevger tê


11:39 `Welatperestî`

Payabilindî, welatperestî

Payabilindî, welatperestî
Çekên qelsane jar û mestî
Çekên qelsane jar û mestî
Zana û jîr im bindestê dijmin
Çiqas dijware ev reng bindestî ev reng bindestî

Zana û jîr im bindestê dijmin
Çiqas dijware ev reng bindestî ev reng bindestî

Destan vemalin, dakevin meydan

Destan vemalin, dakevin meydan
Eger dixwazin bigrin serbestî
Eger dixwazin bigrin serbestî
Ji xwe bavêjin xwarî û sistî
Cenga azadî nabe rawestî nabe rawestî

Ji xwe bavêjin xwarî û sistî
Cenga azadî nabe rawestî nabe rawestî

Qonax bi qonax diçî ser çiya

Qonax bi qonax diçî ser çiya
Welat ta kengê wilo parçe bî
Welat ta kengê wilo parçe bî
Em tev di nav de jar û şikestî
Bes e metirse, kêr giha hestî kêr giha hestî

Em tev di nav de jar û şikestî
Bes e metirse, kêr giha hestî kêr giha hestî


18:00 `Hawar e`

Ax welat, ji ber axîna welat
Helbestek li ser welatê min
Li ser axa min
Kurdistan

Hawar e, hawar e, birano hawar e
Hawar e, hawar e, birano hawar e
Lay lay, lay lay, lay lay lalala lalala lay lay lalala lalala lay

Kurdistan ey welat roja te va ye hat
Kurdistan ey welat roja te va ye hat
Me hene xortên baş, bikin ceng û şer e
Şer e, şer e

Hawar e, hawar e, birano hawar e
Hawar e, hawar e, birano hawar e
Lay lay, lay lay, lay lay lalala lalala lay lay lalala lalala lay

Dijminê me yê mezin nizane ku em hene
Dijminê me yê mezin nizane ku em hene
Hev bigrin mêr û jin, kurd hesîr û jar e
Jar e, jar e

Hawar e, hawar e, birano hawar e
Hawar e, hawar e, birano hawar e
Lay lay, lay lay, lay lay lalala lalala lay lay lalala lalala lay

Keç û xortên ciwan herine pêş bi hev re
Keç û xortên ciwan herine pêş bi hev re
Dengê xwe hildin bêjin Kurdistan
Bijî bijî!

Hawar e, hawar e, birano hawar e
Hawar e, hawar e, birano hawar e
Lay lay, lay lay, lay lay lalala lalala lay lay lalala lalala lay



21:54 `Yadê`

Erê yadê, yadê yadê
Erê yadê, yadê yadê
Erê yadê, megirî megirî
Gava ez mirim tu megirî x2

Erê yadê, yadê îro
Talan û hingavtin e
Erê yadê, yadê îro
Lêdan, agir û xwîn e x2

Erê yadê, yadê yadê
Erê yadê, yadê yadê
Erê yadê, megiri megiri
Gava ez mirim tu megiri x2

Erê yadê, yadê sibe
Wekhevî û azadî ye
Erê yadê, yadê sibe
Serxwebûn û aşitî ye x2

Erê yadê, yadê yadê
Erê yadê, yadê yadê
Erê yadê, megirî megirî
Gava ez mirim tu megirî x4


26:42 `Gulazer`
(Enstrumental)


29:05 `Te Zû Tê Deranî`

Hate ber derî, min lê nenihêrî
Lê gava ew çû, min dil daye dû
Hate ber derî, min lê nenihêrî
Lê gava ew çû, min dil daye dû

Ka ew çavên reş? Ka ew dilê geş?
Ka ew bêhna xweş? Ka ew reng û rû?
Ka ew çavên reş? Ka ew dilê geş?
Ka ew bêhna xweş? Ka ew reng û rû?
Ka ew reng û rû?

Yara min bangkir "Ey bilbilê dîn!
Li ser çi digrî, qêrîn û nalîn?"
Yara min bangkir "Ey bilbilê dîn!
Li ser çi digrî, qêrîn û nalîn?"

"Yara te va ye, li ber çava ye
Ev deşt û çîya tev xweşkir bi bêhn"
"Yara te va ye, li ber çava ye
Ev deşt û çîya tev xweş kir bi bêhn"
"Tev xweş kir bi bêhn"

Bilbil tu zanî gelo ez kî me?
Tu tim serbest î lê ez girtî me
Bilbil tu zanî gelo ez kî me?
Tu tim serbest î lê ez girtî me

Bê lîs û hêlîn, bê ol û bê dîn
Ez im Cegerxwîn, xortê Kurdî me
Bê lîs û hêlîn, bê ol û bê dîn
Ez im Cegerxwîn, xortê Kurdî me
Xortê Kurdî me


34:39 `Kazacok`

Rêya xebatê çende sext û dûr be
Hawirdor me pêt û agir be
Rêya xebatê çende sext û dûr be
Hawirdor me pêt û agir be

Vê rêya pîroz tu car em bernadin
Bo mirinê her tim amad in
Vê rêya pîroz tu car em bernadin
Bo mirinê her tim amad in

Bo dinyayeke nû, bo hejaran
Bo danîna civaka yeksan
Bo dinyayeke nû, bo hejaran
Bo danîna civaka yeksan

Rayê zordarî ji binî dihilînin
Tovê azadiyê gel diçînin
Rayê zordarî ji binî dihilînin
Tovê azadiyê gel diçînin

Bi rêberiya çîna karkeran
Diherin ber rêya têkoşan
Bi rêberiya çîna karkeran
Diherin ber rêya têkoşan

Ala sor ya şoreşê em bilindkin
Her bi roja serkeftinê digihin
Ala sor ya şoreşê em bilindkin
Her bi roja serkeftinê digihin


37:25 `Leşker`

Ez leşker im, leşker im
Şerger im, şerger im
Leşker im, leşker im
Şerger im, şerger im
Ez cotkar û karker im
Doza xwe ez bawer im
Ez cotkar û karker im
Doza xwe ez bawer im

Bo welat şoreşger im
Bo welat şoreşger im
Bo welat şoreşger im

Ez ji bîr nakim, ji bîr nakim
Na na na ez ji bîr nakim
Ji bîr nakim, ji bîr nakim
Na na na ez ji bîr nakim

Dêrsimê ez ji bîr nakim
Keladiza ez ji bîr nakim
Dêrsimê ez ji bîr nakim
Keladiza ez ji bîr nakim

Mehabadê ez ji bîr nakim
Xwîna şehîdan ez ji bîr nakim
Na na na ez ji bir nakim

Keç û xortên Kurdistan
Tev rabûne ser pîyan
Keç û xortên Kurdistan
Tev rabûne ser pîyan

Dest avêtine çekan
Kişîyane ser çîyan
Dest avêtine çekan
Kişîyane ser çîyan

Da rizgarkin Kurdistan
Da rizgarkin Kurdistan
Da rizgarkin Kurdistan


41:00 `Cenga Gel`

Cenga gel, cenga gel
Rêya me ye
Ta ku gel bi serkev
Rojhilata navîn dikele
Di rewşeke şoreşgerîde
Derbas dibe
Li hêlekî emperyalîzma navneteweyî
Û kevneperestên cih
Li hêla din gelê rizgarîxwaz
Û hêzên şoreşgerên cîhanê
Gelê Filistîn li hundir û li derva
Wekî gelê Kurdistan,
Serî ji bo derxistine
Mafê çarenûsê gur dike
Şoreşa gelê Filistîn
Prênsîbên enternasyonaliya
Proleterya pêk tîne
Û pişta gelê me
Û yên tevahiya cîhanê digire


43:22 `Romance`
(Enstrumental)

omegaalfa
Автор

Silav u rêz Ji afrinê Bo ta cwan haco u kurdistan Ji bîr makin afrîn brîndare

alanjan
Автор

Her biji mamoste ciwan. Tu rih u caneme yi.

alotevso
Автор

Dest û hestên te sax be mamoste Ciwan Haco

amed
Автор

Xoda li hûnermende kûrda lî sere mê kêm neke herbiji xalê cîwan🌹❤️🌹

mahsumaydin
Автор

Tu her û her li dunyibi Biracan mamoste Ciwan Haco 💚♥️💛🌷🌷🌻🌻💐💐

gemiyapenaberan
Автор

Yaklaşık 23 yıldır tanışmışlığım var Ciwan Haco ile. Tanışmamızdan bu yana şarkılarının hemen hemen hepsi duygu haritamda başucu köşeyi kapmıştır. İyiki varsın Ciwan Haco. Senin özellikle bu sakin ve derin şarkıların, ağıtların, ben ve benim gibi insanların kişiliğini oluşturmada önemli bir etken oldun. Benim kuşağa etkini ölçmenin mümkünü yok. Bu yazı da teşekkür niyetine olsun. Tu her hebî Cîvan Haco.

vedatdemirtas
Автор

Sipas ji bo hamî albuma te te Zîmana me musica me dêwlemênd diki biji❤❤❤❤

Kelalle-ngvq
Автор

6:45 bihar
Sitranek zor xuşe sipas memosta Ciwan Haco ❤️

hozanbaski
Автор

Şarkı bana diyor ki "seni şöyle alalım gel de biraz ruhunu dinlendir."

grnolnx
Автор

Her bîjî sêêt xêş mamostê yê hêjâ 👏👏✌️✌️✌️

mehmetcalkap
Автор

her biji ciwan haco ☀️ ciwan haco to zaf weso

servanodersim
Автор

Du blir en legend Cwan, så ge din musik så länge du orkar, vi älskar den🙏😘🌹

sevehajo
Автор

Min nawete qoland ser dılexwe kurdistan ♥️♥️♥️✌✌✌

beranokurdo
visit shbcf.ru