filmov
tv
Meha Pîroz Remezane (Çok Güzel Kürtçe Qaside)

Показать описание
#mehapîrozremezane, #remezaneremezane, #mehapirozremezane Meha Pîroz Remezane (Çok Güzel Kürtçe Qaside)
Remezane remezane
Emel têda ne erzane
Tenê xêrek hezarane
Meha pîroz Remezane
Jîyan bê rojî çênabe
Xweda xwest go ji ferza be
Jibo qelbê me teqwa be
Meha pîroz remezane
Zemanê rehmeta barî
Şevê rabin bikin zarî
Jibo we her emelkârî
Meha pîroz remezane
Bixemlînin Remezanê
Bi zikr u ilmê Qu'ran'ê
Wekî hûn herne dîlanê
Meha pîroz Remezane
Terawîha nebê berdin
Nimêja ferz ji xwe wirdin
Misulman têde comerdin
Meha pîroz remezane
Du’akin pir di vê hîvê
Heta karin bidin şîvê
Kesê birçî u bê malin
Meha pîroz remezane
Ji desta bernedin xêra
Bikin zikr u du’a pêra
Li camîya kombin hevra
Meha pîroz Remezane
Dehê paşî bikin jêde
Hemî xêra bikin têde
Bikin tewbê jivir pêde
Meha pîroz remezane
Remezane şeref şane
Ji heyvê dira sultane
Ji dil ra rojî dermane
Meha pîroz remezane
Remezan pir gelek qedre
Heye tê leyletul qedre
Neke xwe ji tu bê behre
Meha pîroz Remezane
Li ser dil zenge pakij ke
Ji bo nerm be dile hişke
Yeqîn bêhna devan miske
Meha pîroz Remezane
Mubarek be suhura we
Terawih u futura we
Xweda pirke şi’ura we
Meha pîroz Remezane
Remezane remezane
Emel têda ne erzane
Tenê xêrek hezarane
Meha pîroz Remezane
Jîyan bê rojî çênabe
Xweda xwest go ji ferza be
Jibo qelbê me teqwa be
Meha pîroz remezane
Zemanê rehmeta barî
Şevê rabin bikin zarî
Jibo we her emelkârî
Meha pîroz remezane
Bixemlînin Remezanê
Bi zikr u ilmê Qu'ran'ê
Wekî hûn herne dîlanê
Meha pîroz Remezane
Terawîha nebê berdin
Nimêja ferz ji xwe wirdin
Misulman têde comerdin
Meha pîroz remezane
Du’akin pir di vê hîvê
Heta karin bidin şîvê
Kesê birçî u bê malin
Meha pîroz remezane
Ji desta bernedin xêra
Bikin zikr u du’a pêra
Li camîya kombin hevra
Meha pîroz Remezane
Dehê paşî bikin jêde
Hemî xêra bikin têde
Bikin tewbê jivir pêde
Meha pîroz remezane
Remezane şeref şane
Ji heyvê dira sultane
Ji dil ra rojî dermane
Meha pîroz remezane
Remezan pir gelek qedre
Heye tê leyletul qedre
Neke xwe ji tu bê behre
Meha pîroz Remezane
Li ser dil zenge pakij ke
Ji bo nerm be dile hişke
Yeqîn bêhna devan miske
Meha pîroz Remezane
Mubarek be suhura we
Terawih u futura we
Xweda pirke şi’ura we
Meha pîroz Remezane
Комментарии