Koma Agirî - Ewrek

preview_player
Показать описание
#Koma_agirî
#Ewrek
#sitranê_kurdî
#كوما_اكري

Sitrana bi navê "Ewrek", yek ji berhemên "Koma Agirî" ya bajarê Amûdê ye, ev yek ji wan "sitranên kurdî" ye, a ji kasêta bi navê "Qesem" ya sala 1996' an e, û yek ji wan berhemên ku hunera kurdî zengîntir dike li "Rojavayê Kurdistan" li gel kom, hunermend û berhemên cuda mîna Koma Agirî, Koma Tolhildan, Koma Botan, Koma zîlan, Koma Serhed, û her wiha komên tevahî Kurdistanê mîna Koma Berxwedan, Koma Amed, Koma Azad, Koma Welat, Koma Sê bira, ên ku bi hev re hunera Kurdî zengîn û rengîn dikin.

Têbînî: Şopdar û bînerên dilovan em dixwazin xalekê ji we re zelal bikin ku me hewldaye nivîsa stranan li gorî dengê ku hatîya gotin binivîsînin ne li gorî helbestê weke helbestvan nivîsî û hin peyv carcaran tên veguhestin ji ber hevok sererast bibe, ji lewre dibe ku di hin gotinan de û li gorî devokên herêmî hin şaşîtiyên rêzimanî derkevin holê an ne li gorî helbesta ku helbestvan nivîsî be, lê em bi fermî dibêjêjin ku em jê ne berpirsyar in.

Koma Agirî - Ewrek
Ji kasêta bi navê (Qesem) a sala 1996 'an a ji berhemên koma Agirî ya bajarê Amûdê

Koma Agirî - Ewrek

Ewrekî giran derbas bû
Birûsk lêdan baran bû
Ser canê wê gul şîn hat
Kesk û sor zer rengîn bû
Hevalino şehîd namirin
Delalino şehîd namirin
Hogirno heval Yûsiv şehîd

Lorîk barandin li ser hev
Xebat dikir roj û şev
Buhar bi evînê tanî
Li Amûd û li Botanê
Hevalino şehîd namirin
Delalino heval Faris şehîd
Hogirno heval Ehmed şehîd
Hevalino heval Cuma'a şehîd
Delalino heval Yûsiv şehîd
Hogirno heval Fesîh şehîd

Te nivîsand û min danî
Tendûrek mizgînî anî
Li ser rêça azadiyê
Xwîn rijand bi mêranî
Hevalino şehîd namirin
Delalino heval Bedran şehîd
Hogirno heval Ednan şehîd
Hevalino heval rêzan şehîd
Delalino heval Ristem şehîd
Hogirno Seyfedîn şehîd

Te danî bilbil dixwend
Tu hozan û hunermend
Bişkivîn helbestên te
Te rêka me kiriye find
Hevalino şehîd namirin
Delalino heval Mihdî şehîd
Hogirno heval Nûrî şehîd
Hevalino heval Fewaz şehîd
Delalino heval Șerîf şehîd
Hogirno heval Gulîstan şehîd
……………………………………………….....

Helbest: Elî Mensûr
Awaz: Elî Mensûr
Deng: Elî Mensûr

Çavkanîya agahdarîyan:
Beşîr melle
Derwîş melle
Elî Mensûr
Sefqan Orkêş
Bengî Agirî
Xoşnav Emo

Filter û mastrîng: Erdelanê Amûdê
Tîprêzî: Cîhan Osman
Lêveger û Redekter: Felek Îbrahim
Lêvegera redekterê: Ezîma Hesen
Wêne: Dilşad Îsa
Montac: Lawîn Mûsa
Şopandin û lêvegera dawî: Elî Hacî
Amadekirina ji bo YouTubê: Şepal Mûsa
Barkirina li ser qenala Youtubê: Raman Orkêş
Amadekarî û Derhênerî: Xemgîn Çîyayî
Рекомендации по теме
Комментарии
Автор

Hûn dikarin nerînên xwe bi dil firehî bi me re parve bikin 🙏

HuneraPîroz
Автор

Bjit kurd kurditan Bmrn dujmnin kurditane ❤

anasdoski-mytw