Hozan Dilgeş - Ey Xabur

preview_player
Показать описание
Arşiv 1982
Ey Xabur
Ger tu wek min bibuna Kurd...
Meqam u Gotin : Hozan Dilgeş/Cegerxwin
Рекомендации по теме
Комментарии
Автор

Rahma Xwedê û Tawis-î-Melek li Pîrê Êzdiya be. Bijî Hozanê Kurd û Kurdistan. Silav û rêz...🌷🌷🌷

invisibleperson
Автор

والله العظيم انت بقلب الشرفاء لن تموت ابدا

mhsnklil
Автор

Rahma Xwede li te be Bilbile Kurdistan. Tu we her Dile mede biji 🌹💚❤💛🌹

HozanDilgesOfficial
Автор

Sehet xaş biji EZDİXAN U hemu KURD XUDÉ REHMAXU MAMOSTE NEMIRBIKE

mustafayldz
Автор

Hozan Dilgeş, strana 'Ey Xabûr'
Helbest : Cigerxwîn
Hozan Dilgeş gohertinên biçûk di helbestê de kiriye wek gelek stranbêjên din ku helbestên helbestvanan li gor awaz yan dirêjî û kiniya stranê digoherînin, carna peyvan kin dikin yan qut dikin, ne tenê hevok "cumle" lê boy peyvan jî, yek yan dû tîp/herifan nabêjin ji boy ku awaz xerap nebe yan jî ji boy ku awaz-mêlodî û helbest li hev werin! Yan jî ji ber sebeb-sedemên din, wek siyaset yan rêziman....htd) nimûneya siyaset: nav hinek helbestan peyva Kurdistan kirine Gulistan ji tirsa polîs û yasa û dadgehê! Yan jî peyva pêşmerge dikin heval, yan gerîla yan şervan!
Awaz û stran : Hozan Dilgeş
Kasêta sala 1982

- Ey Xabûr -
Ey Xabûr Xabûr, wek daxaza min pirr dirêj û kûr,
Pêlan didî xwe xum xum û lew lew, (rast : xumxum û lewlew)
Nayê bîra te ne razan ne xew,
Ger tu wek min bibûna (rast : bibûya) Kurd,
Ev xurtiya te hemî bû (rast : dibû yan dibûn yan wê biba) kul û derd,
--
((Ey Xabûr Xabûr Xabûrê,
Ey Xabûr Xabûr Xabûrê,
Wek daxazam dirêj kûrê,
Wek daxazam dirêj kûrê,
Ey Xabûr Xabûr Xabûrê,
Wek daxazam dirêj kûrê, ))
--
Pêlan didî xwe bi xum xum û lew lew, (rast : bi xumxum û lewlew)
Pêlan didî xwe bi xum xum û lew lew,
Nayê bîra te ne razan ne xew,
Nayê bîra te ne razan ne xew,
(( Ey Xabûr
**
Pêlan didî xwe bi qîr û firyadî,
Pêlan didî xwe bi qîr û firyadî,
Tu jî wek min divê azadî,
Tu jî wek min divê azadî,
(( Ey Xabûr
**
Armanca teye xurtî û pêşveçûn,
Armanca teye xurtî û pêşveçûn,
Cihê te tenge divê ferehbûn,
Cihê te tenge divê ferehbûn,
(( Ey Xabûr
**
Xwezka min bi te bê derd û bê kul,
Xwezka min bi te bê derd û bê kul,
Dijî bi şadî bê mejî û bê dil,
Dijî bi şadî bê mejî û bê dil,
Ger tê (rast : te yan tu) wek min bibûna (rast : bibûya) Kurd,
Ger tê (rast : te yan tu) wek min bibûna (rast : bibûya) Kurd,
Ev xurtiya te hemî bû (rast : dibûn) kul û derd,
Ev xurtiya te hemî bû (rast : dibûn) kul û derd,
(( Ey Xabûr
Dawî, temam
//
Helbesta Hozanê nemir Cigerxwîn [lê min hinek şaşiyên rêzimanî (grammar) û rastnivîsî (orthography) rast kirine] min ev helbest ji pertûka (Dîwana "Kîme Ez" wergirtiye nizanim çima ewqas şaşî têde heye û hatine çapkirin jî, mixabin, , ev jî encama nezanîna zimanê kurdî bi temamî û dirûstî! Ê bira, ziman jî zaniste, ji ber wêye bi îngilîzî dibêjin "linguistics"]:

((Xabûrê
Ey Xabûr Xabûr, ey Xabûr Xabûr
Wek daxwaza min pirr dirêj û kûr
Kêferata te xumxum û lewlew (yan xum-xum û lew-lew) (xumxuma çeman, xumîna avê, xumîniya avê wexta diherikî. Lewlew jî dengek nefehmkiriye, bi îngilîzî "noise". Bi soranî boy xumxum, em dibêjin "haje" yan "xişe" yan "haşehaş" boy dengê avê, ava ku diherikî, wek avên: kurmancî= çem, kanî, gelî/sulav, cuh/coh/cohbar. Bi soranî : rûbar, kanî/kaniyaw/serûçawe, gelî/şelal, coge/cogele)
Nayên bîra te ne razan ne xew
Herdem dinalî bi qîrrîn-û-gazî (yan "bi qîrrîn û gazî")
Lê kes nizanî ka çi dixwazî
Armanca teye xurtî û pêşveçûn
Cihê te tenge divê firehbûn
Pêlan didî xwe bi qîrr û firyadî
Tu jî wek min divê azadî
Sînga vê erdê te çirand bi zor ("çirandin" û "çêrandin/çerandin" tevlîhev nekin, ferq heye, ya yekem = kolîn, dirrandin, erd kolîn yan kort çêkirin yan kunkirin/qulkirin, kolandin yan çirandina qebrê yan çêkirina cobar, çemê biçûk ku bi destan bêt çêkirin. Ya dûyem jî çêrandina pez yan ga û çîlekan!)
Nizanim çira tu naçî ber jor (yan "berjor", herdû rastin)
Ev çende xurtî bê daxwaz û vîn
Dikevî sînga derya bê evîn
Xwezka min bi te bê derd-û-kul
Dijî bi şadî bê mejî-û-dil
Tu jî wek min ger bibûya kurd
Ev xurtiya te dibû kul û derd)) (madam "bê" tune/tine, "kul-û-derd" şaşe, yan jî gerek wisa ba "bê derd û bê kul, , lê wezn û qafiye nahêle, xerap dibin!)
--
Helbest wek çawa hatiye çapkirin bi makîneya çapê destê = bi fransî "dactylographe", bi tirkî "daktilo" ku ji fransî wergirtine, li sala 1973, li Beyrûta Lubnanê (dibe ku hinek şaşî yên mamostayê nemir Cigerxwîn nebin, yên daktîloçî, lê hinek jî hetmen yên Cigerxwînin, mînak: peyva "bûbane") :
((XABÛRÊ
Ey Xabûr, Xabûr, ey Xabûr, Xabûr ....
Wek daxwaza min, pir dirêj û kûr
Kêferata te, xum, xum, û lew, lew
Nayên bîra te, ne razan, ne xew
Herdem dinalî, bi qîrîn, gazî (1)
Lê kes nizanî, ka çi dixwazî? (nîşana pirs "?" ne pêwîste ji ber ku ev ne pirse, eger tenê "çi dixazî"" ba nîşana pirsê lazim bû! Lê li vir "Lê kes nizanî/nizane ka .." hene, ji ber wê yekê hevok/riste/cumleya nabe hevoka pirskirinê)
Armanca te ye, xurtî, pêşveçûn ("te ye" şaşe)
Cihê te tenge, divê firehbûn ("fireh" yan "fereh" yek tiştin, peyv bi eslê xwe arebiye)
Pêlan didî xwe, qîr û firyadî
Te jî wekî min divê azadî
Sînga vê erdê te çirand bi zor
Nizanim çira tu naçî berjor ? (nîşana pirs "?" ne pêwîste ji ber ku ev ne pirse, eger tenê "çira/çima naçî berjor" ba nîşana pirsê lazim bû! Lê "nizanim" heye, ev peyv hevok nake pirskirin)
Ev çende xurtî, bê daxwaz û vîn ("bê vîn" ne nivîsiye taku wezn û qafiye çê bibin)
Dikevî sînga derya bê evîn
Xwezka min bi te, bê derd û bê kul (li vir nizanim çima"bê"ya dûyem nivîsiye ku raste lê wezin û qafiye xerap dike!)
Dijî bi şadî, bê mejî û dil (heman/eynî şiroveya "derd û kul")
Tu jî wekî min, ger bibûna kurd (bê guman, "bibûna" şaşe, "tu bibûya" ne "em bibûna"!)
Ev xurtîya te dibû kul û derd.))
Dawî!
Têbînî (remark, note):
1- Yên rast : "bi qîrrîn û bi gazî" yan "bi qîrrîn-û-gazî" yan "bi qîrrîn û gazî", , nav kurmancî de, "rr" tine, min bi xwe zêde kiriye, wiha dinivîsînim, gerek tîpek taybet boy vê dengê heba, ji ber ku, wek mînak bêjim, ferq heye navbera "ker" û "kerr"! Celadet Bedirxan li salên 30yan de di govara xwe "Hawar" de tîpek taybet boy "r"a qelew çê kiribû, lê îro nayê nivîsandin, mixabin, nizanim çima ew tîp/herif hatiye berdan! Di nav alfebêya arebiya soranî de me ew ferq çê kiriye, me dû tîpên cuda hene, ew jî tenê bi zêdekirina yek nîşana biçûk li bin tîpê! Di salên 40an heta 70yan de li ser tîpê bû, lê piştre avêtin bin tîpê, tîpa "r" lê bi arebî! Lê heta îro jî nivîsîna kurdî bi soranî gelek şaşî têde heye, her kes û her medya bi kêfa xwe dinivîsînin, standard tine!)
Çavkanî: Cigerxwîn, Kîme Ez?, Dîwana III, Beyrût (Lubnan), 1973

zardushtK
Автор

En büyük hasretim şehidlere var olan özlemimdir farkin ferhend agit baran

nestimanxabur-duup
Автор

dilovaniya Xwedê li te û seydayê Cegerxwîn bê

hesenkobani
Автор

Bi can bi tere ne, tu her Dile me debi. Hozane qedir giran u bilind
🌹🌹🕯🌹🌹

kristallhimmel
Автор

stranek pirr bi-wateye (meaningful), pirr xweşe, min wê kasêtê hebû li Kurdistanê (Hewlêr).

zardushtK
Автор

Hezar rehmt li gora wî bê cih wî biheşte bê

hesenkobani
Автор

شو استفاد من الكرد اصلا مانشر قنات كردي عن يوم وفاتك

حسامحسام-فوز