Seydayê Tîrêj Geşt û Kelek

preview_player
Показать описание
Helbest : Seydayê Tîrêj
Awaz û Muzîk : Selman Omeryanî

Dîsa li min awir kişand, yarê bi wan çavên belek
Birca dilê min hilweşand, ez kirim nêv çexa felek
çerxê bi fitl û ger û dor, geh birme jêr geh birme jor
Geh ez birim Sîpan û Tor, Cîhan li min kir wek xelek

Xeşma dikî kes nake yar, dil tim bi qîrîn û hawar
Wek leşgerê şahê Tetar, kirne li dor xêz û xelek
Geh piştî ye geh hok e dil, geh îşk e geh badok e dil
Geh bezme ye geh gog e dil, çogan bi dest yar birye şek

Ser sot e geh arişt e dil, geh agirê Zerdeşt e dil
Derya kelek sergeşt e dil, mişt û tijî geşt û kelek
Geh mûm e geh perwan e dil, geh deşt e geh zozan e dil
Gelyê derê Zîlan e dil, geh Qoçegêr geh tendûrek

Geh bibil û şalûr e dil, geh ney e geh tembûr e dil
Geh Dicle geh Xabûr e dil, geh sîper û bazê belek
Ey dilberê dilgawirê, te dame ber wê awirê
Cana dilovanyê bike, xeşmê li Tîrêj xwe mek.
Рекомендации по теме
Комментарии
Автор

Wey bijî siheta te xweş. Willehî bêhempa ye 👏👏👏

servanazad