Dengbêj Zekî - Mala Ûsivê Seydo

preview_player
Показать описание
Dengbêj Zekî - Mala Ûsivê Seydo

Me Bişopîne:

#WaarMusic #WaarMedia
Рекомендации по теме
Комментарии
Автор

BAVÊ TESÎMÊ

Li mi lo lo li mi lo lo...
le hey la le Têlo digo le Dîdo da dayê xwezila bi sala di ewilî
le gava ku Bavê Tesîmê ji malê siwar bû
êla me Berazan û Seyîda bi rê keto fenanî siwarê dawetê
ji malê dixemilî
siûda Mala Seydo li gaza Mêrdinê nedişixulî
siûda Mala Seydo li gaza Mêrdinê çep fitilî
agirê kulê bikeve mala fesad û şeytanê me Kurmanca
li kirrê Qirîjdaxê ciwab didane Kelhan Paşa
berhev kiriye firqa Entabê Helebê Mêrdîn û Meraşê, Siwêrek û Meletiyê
le gava dor li Bavê Tesîmê digirtin
de bira tê ra derketa Şefîq û Şefo
na wele Ferzende, Evdilbaqî, Keremê Qolaxasiyê, Evdilhemid¹ Şêrê Sugulî
na wele Feyzo berxê Mala Hecî, Bavê Îpegê kelek ji kelê di kevirî

ax li mi lo lo, li mi lo...
le Apo tu bi xêr û silametî hatî kekê mi kanê

Le hey la le Têlo digo le Dîdo da dayê
birek siwarê mala bavê mi serkurê siwarbûne Londerê² wa ji Xetê
ezê bûk im bûka pişt perdê
le rûyê mi nagire tuyê xwe berde pêşiya Bavê Îpegê le destê xwe bide desta, devê xwe bike rikêfa di zengûyê
bêje apo tu xêr û silametî hatî kekê mi kanê
le dema ku vê sibengê xwe berdabû pêşiyê
destê xwe dabû desta devê xwe kiribû rikêfa di zengûyê
digo apo tu bi xêr û silametî hatî kekê mi kanê
go le lawo tiliya bavê te çavê min û te ra here

le belkî agirê kulê bikeve mala fesad û şeytanê me Kurmanca
li kirrê Qirîjdaxê ciwab didane Kelhan Paşa
berhev kirî firqa Entabê, Helebê, Mêrdîn û Meraşê,
Siwêrek û Meletiyê
le gava dor li bavê te digirtin tu kesekî nedisekinî wa li pêşiyê
bavê te fenanî kelakî disekinî wa li pêşiyê
derbekî bi dest berdane bedena bavê te da
birîna wî kûr e xedar e li deqa pêş eniyê
îstiqameta bavê te dane şehrê Qamişliyê
cinyazê bavê te ma li Çiyayê Selefxanê li nava xelkê Qeregêçiyê³

wî bavo wayê ax li mi lo lo li mi lo...
le apo tu bi xêr û silametî hatî kekê mi kanê.

1 Ji eşîra Berazan e, birayê Elîcan e.
2 Mewqiyek li Qamişloyê ye.
3 Eşîreteke Kurdan e

Şakiro
Antolojiya Dengbêjan
Ömer Güneş & İbrahim Şahin

medaymed
Автор

Şehid namırın bavê selhedina namırın tırbawi dı neqeba gündê merdine zone tìzyan u küferdel deye şehadetawi sala hezar u nehsed u si u düdüye

mehmetcoskun