Yunus Diṣkaya - Bêriya Welat (Official Audio)

preview_player
Показать описание
Söz: Cegerxwîn
Müzik: Yunus Dişkaya
Aranjör: Yunus Dişkaya

Lyrics:
Ka welatê me rengîn îro jar û brîndar
Cegerxwîno de bigrî kanî derman li kû ye?

Ka ew deşt û ka çîya, ka ew av û ka giya
Ka ew kon û ka koçer, ka ew zozan li kû ye?

Ka ew dengê pezê qer, ka ew gulên sor û zer
Ka binefş û ka rihan, ka gulîstan li kû ye?

Ka ew cot û ew cotar, ka ew pez û ka dewar,
Kanî berx û kanî kar, ka bêrîvan li kû ye?

Ka ew mêrg û kanî deşt, ka ew bax û ka bihuşt,
Kanî seyran kanî geşt, ka ew dîlan li kû ye?

Ka ew xort û ka kurik, ka ew şal û ka kêrik
Ka govend û ka keçik, ka zirnevan li kû ye?

Ka ew mêr û ka ew jin, ka ew kalê rihmezin,
Ka lêlê û ka lo lo, ka ew heyran li kû ye?

Ka ew ken û ka geşî, ka şadî û ka xweşî,
Ka sersal û ka nûroj, ka mihrecan li kû ye?

Ka ew ava sar û xweş, ka gundor û ka zebeş,
Ka birinc û ka genim, ka ew bistan li kû ye?

Ka ew zîv û ka ew zêr, ka kaniyên gaz û qîr,
Ka ew terş û ka talan, ka ew dewran li kû ye?

Ka welatê me rengîn îro jar û brîndar
Cegerxwîno de bigrî kanî derman li kû ye?

=============================

=============================

=============================

©Red Music Digital UG

#YunusDiskaya #KürtçeMüzik #MuzikaKurdi #Stran #MuzikaKurdi #kurmanci #stranakurdi #ciwanhaco #cegerxwin #kütçeşarkılar #kürtçemüzik #KâmiranAlîBedirxan
Рекомендации по теме
welcome to shbcf.ru