filmov
tv
Adnan gök Tofan )2022 tofan

Показать описание
Çîroka vê sitranê dsala 2014 de di komkujîya kurdên Êzîdî yên Şingalê de ya ku Daişê bi hovane kirî, pêk hatîye. Helbestvanê vê helbestê, çîroka wê, ji devê hunermend Hatim Şingalî bihîstîye û li ser gotin û hestên wî ev helbest nivîsîye. Li gorî vegotina wî serpêhatin weha ye:
Piştî qetliamê, yên têne kuştin têne kuştin û yên mayî hin ji xwe re direvin ji warê xwe, hin di bin zilma Daişê de esîr dimînin bi taybetî nêzîkî pênc hezar dayik û zarok.
Malbetek hebû bi çend xort û dayik û zarokan re ew jî esîr dimînin. Çend qîzikên malbatê hene, navê yekê jî Cîlan bû. Nêzî bîst û heşt kes ji malbata Cîlanê têne kuştin lê berî ku Cîlan bikeve destê Daişê ji bo ku şerefa wê nekeve destê wan rûgemarên hov, xwe bi cilêtan dikuje. Hin endamên malbatê hê jî di destê Daişê de ne û niha ji malbata wê dayika wê tenê maye. Ev qehremanî, di nav kurdên Êzîdî de dibe weke sembolekê, yanî her weke tê gotin xwîna xwe dide lê sira xwe nade û şerefa xwe nade wan Daişên dilgemar.
Tofan
Ax vê tebaxê
Hat rûgemarî
Li ser vê axê
Bû jehrî w barî
Rabû bahoza
Bîr û bîrdoza
Bawerîyeke
Bi kurmê harî
Ba û tofanê
Yadê qurbanê
Bi ser me de girt
Reşî û tarî
Haho waweylê
Şape û seylê
Da ber xwe û bir
Qîr û hewarî
Seb vê zilma kor
Bûn tofanek sor
Gelek Cîlanan
Xwe kuşt hew karî
aranje Baran çelebî
Helbest: Qasimê Xelîlî
Muzîk: Adnan Gök

Комментарии