Renc Sengawî li ser gora Ehmedê Xanî helbestekê bo wî dixwîne

preview_player
Показать описание
#EhmedêXanî #RencSengavî #kurdi

"Rabe Xanî..., Kurdî bilmiyorum"

Helbestvanê ji Başûrê Kurdistanê û pêşkêşvanê Rûdawê Renc Sengawî serdana gora Şêx Ehmedê Xanî li Bazîd a Bakurê Kurdistanê kiriye û li ser gora wî helbestekê dixwîne

Rabe Xanî
Here meydana Şêx Seîd
Li dilê Amedê
Bi dengê xwe
Dastana xwe bixwîne
Kit kit peyvên wê bike di xwînê ve
Zarokên Cizîr û Botan
Melatya û Betlîs û Wan
Dêrsima şoreşa kurdan
Colemêrga nefesa germ a berxwedan
Mêrsîna bûka me ya behran
Dibêjin zimanê dayê
Yê gundiyan e tenê
Rabe Xanî
Bila li Ameda paytext û geliyê Zîlanê
Li qeraxên Gola Wanê û li Çalderanê
Bi dar û berên Hewramanê
Bi kefmalê kilsê Germiyanê
Bi berhostayê Sine û Kirmaşanê
Çend zanîngehên mezin û berkeftî
Li wir çê bikin em ji bo vî zimanî
Rabe Xanî
Êwarekê firrîm bo ser bircên Amedê
bi du baskên herf û xalên şi'ra Dilşad Merîwanî
Lê Amedê ne bi kurmancî û ne bi soranî nedizanî
Min pirsî ji pîran, ji lawan
ji darkaj û spîndaran
ji gul û rihan û lavlavê
ji sî û tava rojê
ji kevir û avê
bi zar û zimanê dil û fera çavan
Min got hatime serdanê bikem
li zindana Mezlûm Doxan
li bîranîna şehîdan
Min got ka bêjine min li kû ye meydana Şêx Seîdê rêberê min
Lê belê gotin: Pardon kurdî bilmiyorum
Рекомендации по теме
Комментарии
Автор

Dami Kak Ranj xosh betttt har Bzhiii 👍👍👍👍🌹🌹🌹🌹🌹

kchikurd
Автор

Pardon kurdi bilmiyorum.
Ah bremin ah li bajara Ahmedi xani u mele ciziri u şaix saidi kurdan bibejin em kurdi nizanin. Heqe em kurda bo hale xwe bigirin💔

bakhtiyarhawlery
join shbcf.ru