Arjen Arî - Şêrgele (Deng: Mehsûnê Hespistanî) [Jêrenivîs]

preview_player
Показать описание
Arjen Arî - Şêrgele
Deng: Mehsûnê Hespistanî
Amadekar: R. X.
Asoya Helbesta Kurdî ©

Arjen Arî - Şêrgele
-
-şîrê şêr di eyarê şêr de-
şêrgele hebûn şêrgele
-çi mê çi nêr-
li berpalên agrî kite-kit dînemêr
li zaxrojan kur î kurroj
û
sîng kele!

ristek xerîbî ne d’ stranekê de
hin di qefesan de lexebkirî, baz
çar hîm çar hêvî, semax e pahra wan
kêl spartî çiyayê xewnan
ji rehma vê axê, ji pişta vî gelî
şêrgeleyek bû mîr bedirxan!

şêrgele hene; dûre-war... û bendî
şêrgele hene; pêtên ji êgir jendî
şêrgele hene; por-nêrgiz, xec hinark
bi navê leylê, û şerefkendî!

çiya sêwî ne niha bêyî wan
helgurd sêwî ye
sefîn sêwî, sîpan sêwî...
çeper bêxwedî ne li cûdî
li lolan sirûd bê olan, çek bê xwedan
kî bûn ew hokê hokan?
ew ên çeng eylo, ew ên bejn-hey lo
kî bû lo, kî bûn
ew ên dil pola
û
gurçik risas? !

şêrgele hene; bê kêl û bê gorn
şêrgele hene; şevçirax û heyve-ron
şêrgele hene, ji azadiya bi gon
di bin axa sar de b’ axîn razayî!

di binê aşûteke xezeb-spî de man
an çûn li ber pêlên aveke tezî?
xwezî ez miribûma, û hew bû!
newal bê guh diman... û şer bû!
çiya bê ser diman... û şer bû!
şev serjê bû bi ser rojê de...û şer bû!
şer bû...
şer bû...
şer bû...
mirinê serê xwe çimand li ber mirina wan
şêrgele hebûn: şêr î şervan
û xewna wan xewna her kesî!

şêrgele hene; kefen ezmanê sayî
şêrgele hene; bi qasî stêrkên rijyayî
şêrgele hene şevçirax û heyve-ron
li van çiyan bê kêl û gorn wendayî!

hêvî bûn kite kit, kite kit xwezî
bawerî bûn bawerî dildarê çiyan:
dil dojeh, pêçek agir, landik agirdan
jiyan asikeke por-ewr bû
sîrwan çefî-sor simbêl qeytan
bûka agirî bû destgirtiya azad
medya esmer esmer, şar kesrewan…

kê bibêjim, kê ji bîr bikim:
her nav çiyayekî asê
her nav dastaneke dêrîn
her nav dîrokeke wextbirr...
min navek li kurê xwe kir:
rizo
kalo
berzencî...
min navek li kurê xwe kir:
qadî
simko
barzanî...
min navek li kurê xwe kir:
mazlum
gabar
munzir...
min navek li kurê xwe kir:
yek mir, sedî tol hilanî!

şêrgele hebûn; koçek koçgirî
şêrgele hebûn li hembêza agrî
şêrgele hebûn bi nav ihsan nûrî
şîmal bi şîmal barzan bi xwe bûn!

Arjen Arî

Asoya Helbesta Kurdî ©
2020, Cizîra Botan

Ji bo helbestên nû ME BIŞOPÎNIN / فۆڵۆومان بکه‌ن

MEDYA CIVAKÎ:

YOUTUBE:

WEBSITE:

Silav, vira dengê Asoya Helbesta Kurdî ye. Em li vir ji bo helbestên kurdî ji dengê xweşxwanan ji bo we belav dikin. Hewla me belavkirin û danasîna helbesta kurdî ye. Em hêvî dikin hûn biecibînin, parve bikin û belav bikin.

Ji bo darîkirinê mala we ava.
Heke keyfa we jê re bê; biecibînin û bişopînin :)
Dema we xweş.
Рекомендации по теме
Комментарии
Автор

Bi vê munasebetê şêrgelê helbesta Kurdî Arjen bi bîr tînim.Rihê wî şad be.Dengê Mehsûn jî her û her li dinê be.

sikritoristani
Автор

“Çiyayê xewnan şewitî heyran, çiyayê xewnan!”

FeridunKURT
Автор

Arjen Arî Nîvîskarê helbestê ye belê Mehsûne Hespistani gellek xweş û bî Dîl Gotiye saet xweş her hebî bîra yê ezîz

lineman
Автор

Hestîyên min ev helbeste hîs kir. Deng û dilê te saxbe mamoste 🤗

ademcevik
Автор

Silav u rez ji qenala canda kürdan bum endame qenale serkeftin silav u rez 🌾☀️❤️💚💔🥀

deliladelila
Автор

Ev wek dengê min, ji min wetrê ez xwe dibihizim. ❤️❤️❤️

bennybear
Автор

Her bijî asoya helbesta Kurdî serkeftin ji bo we

bager
join shbcf.ru