Nizamettin Ariç - Ya Erê Ya Na @nizamettinaric

preview_player
Показать описание
NA, NE TENÊ ME - II
Mehmet Atlı - Albuma 30 Sali Ya Hunerî - 30th Anniversary Album - 30. Yıl Albümü
Music Director: Mirady

Arrangement: Ni̇zametti̇n Ari̇ç
Keman, Viola, Percussion, Acoustic Guitar, Bağlama, Cura, Lute, Kopuz, Record, Studio: Erdem Altınses
Bağlama, Cura: Şervan Karabut
Bağlama, Cura: Ni̇hat Günaydın
Ney: Eyüpcan Açıkpazu
Lavta, Kopuz: Hüseyi̇n Can Pala
Cello: Ruşen Arslanargun
Acoustic Guitar: Ahmed Yavuz
Electric Guitar: Özgür Umut Üçer
Saxophone: Erdi̇ Arslan
Mix, Mastering: Fi̇kret Dağ

Ya Erê Ya Na

Wê fîstanê sor, dîsa li xwe ke
Xwe bixemilîne, porê xwe şe ke

Li sîya wê darê ez li benda te me
Dereng nemîne, dereng nemîne
Sebra min tine, dereng nemîne

Kî çi dibêje, xema min nine
Dev jê bernadim, min dil daye te
Mizgîna min bide, bêje ya te me
Rûyê min bikenîne, bêje ya te me

Ji minra bêje erê, ji kêfan bifirim
Sing û berê te bibe hêlîna min

Ya jî bêje na, ez jî bizanim
Ya bêje erê, ya jî bêje na

Gotin / Söz / Lyrics: Mehmet Atlı
Müzik / Müzik / Music: Mehmet Atlı

Bi nivîsa ji aliyê Hişyar Özalp ve pêşgotinek:

Gelo, dengek dikare bihêle mirov bêsînor û bêdem xwe berde nava temamê qul û qawêrên bîra di hundirê xwe de û lê binêre? Dikare bihêle ku mirov noqî binê wê bîrê bibe, pişta xwe bide dîwar û hema bi xwe re têkeve nava hesabekî, bi xwe re aciz bibe û dawiya dawî jî dilê mirov bi mirov bişewite?

Dengê Mehmet Atli… Ew dengê ku gotinên stranê û awaza wê jî bêwate dike… Dengê Mehmet Atli ê ku demê û cih jî bêwate dike û bi tena xwe diçe. Bi wê tikûtenêtiya xwe diherike û danûstendin û pêwendiyeke din red dike. Weke hersê pirtûkên Beckett.

Balkêş e, lê dema min dest bi xwendina sêmalkiya Beckett kir, Mehmet Atli di guhê min de stran digot. Ne girîng bû kîjan strane, lê wî her distira. Di rûpelên ewil ên “Murphy” de xwe da der, di dema xwendina “Malone Dimre” de jî ranewestiya û di dema xwendina “Ewa Ku Nav Lê Nabe” de, ew deng dikete cihê gotinên Beckett û êdî min ew deng dixwend. Herdû jî bêdem bûn, herdû jî nediyar bûn. Herdû jî avakarên demeke bêsînor bûn; ew dema ku mirov dixwest têde ji xwe bireve, lê zêdetir rastî xwe dihat û di xwe radibû..
Ez gotinên qelew nakim û nabêjim ev deng vê bandorê li her kesî dike, lê dikarim bibêjim; ew kesên ku ji ruhê xwe aciz dibin û di tu zeman û cihî de hilnayên, serî hildidin lê neçar dimînin bi wê qolincê bijîn, dema guh bidin wî dengî, wê êdî di wê dinyaya hiznî de bijîn ku dengê Mehmet Atli ava dike.

Dengê Mehmet Atli dibe zimanê nakokiyên mirov ên hebûnê. Belkî jî dengê şerê wî ê li gel hebûnê be, hewil û keftelefta wî a xwebêjî û têgihîştinê be. Dibe ku îsyanek be li hemberî azadnebûn û bêçaretiyê.

Weke ku min berî niha jî got, dengê strana Mehmet Atli, gotinan, ritim û awazê jî dide aliyekî û bêbandor dike. Li wê dinyayê tişta herî girîng deng bi xwe ye. Roja ewil a ku min têde ew deng nas kir, min fêm kir ku bêmînak e.

Li dinyaya ku ew deng ava dike, tu ferq û cudahî di nava “Dengê Dilê Min”, “Mihemedo”, “No Çi Halo” an jî “Ez Te Baş Nas Dikim” de nîne. Bûne weke hev. Asta rîtma stranê, bandora wê naguhere; her xweser e û her wê hesta lixwegeryan û nedîtinê dide mirov.

Ez hêvî dikim ku ev şîroveya min, bîr û rayeke wiha li cem we çêneke ku ez awaz û gotinên stranên Mehmet Atli bênirx dibînim. Ezê neheqiyeke wiha nekim. Stranên Mehmet Atli bijarteyên herî taybet ê muzîka me ya hejar in. Jixwe xweşiya stranan, dema ji aliyê kesên din ve jî têne gotin, eşkere ye. Tişta ku ez dixwazim bêjim, derveyî stranê, bandora deng ya xweser û serbixwe ye.

Bendewarî ewe ku mirov di dawiya vê nivîsê de ji bo hunermendê ku sîh saliya xwe ya hunerî pîroz dike, bibêje “aqûbet li gelek sîh salên din” jî. Ezê vê hêvî û awata xwe ji bo Mehmet Atli bibêjim û tiştekî din jî lê zêde bikim; pir baş dizanim ku heta sal heb in wê ev deng jî were guhdarkirin.

Gelek hunermendên ku weke stêrkan diçirisin, di 30 saliya hunerî a Mehmet Atli de, stranên wî ên naskirî gotine. Hûn rastiyê bixwazin, min hinek ji wan bi vê xebatê naskirin. Mehmet Atli, weke her carê dîsa bi kubarî û nefspiçûkiya xwe û bi hestyariya arkeologekî, bîra hunera me kola ye û ev cewherên niwaze derxistine pêşiya me. Vê carê, ew stranên ku berê min bi bandora bihêz a dengê Mehmet Atli guhdar kiribûn, min ji dengên nû guhdar kirin û bala xwe zêdetir da ser stranan û tiştên nû keşif kir. Diyar e wê riya vî kerwanî dirêj be. Mihemedê Me, ne bi tenê ye.
Hişyar Özalp

Album Cover & Graphic Design: Uygar Bi̇ngölbali

© Mehmet Atlı Kent Mi̇marlık Tasarım Prodüksi̇yon Ve Organi̇zasyon
© 2024 Mehmet Atlı

Hûn dikarin bi tevlêbûnê piştgirî bidin muzîka me.
Katıl butonunu kullanarak müziğimize destek olabilirsiniz.
Join this channel to get access to perks:
Рекомендации по теме
Комментарии
Автор

Guhdarên hêja, ecibandin û parvekirinên we ji bo me gelek bi qîmet in. Hûn dikarin bi abonetiya kanala me piştgirî bidin me. Zor spas.

Sevgili dinleyicilerimiz, beğeni ve paylaşımlarınız bizim için çok kıymetli. Kanalımıza abone olarak bize destek olabilirsiniz. Teşekkür ederiz.

Dear listeners, your likes and shares are very valuable to us. Subscribe to our channel and show your support. Thank you.

MehmetATLI
Автор

Her biji Nizamettin aric u Mehmet atlı ❤❤❤

jibakure
Автор

Nizamettin Ariç kalitesii yüreğine sağlık üstadd

avwaz
Автор

Dengê we hemîyan 30 salên di jî bila bi me ra be 🎉

pardaillan
Автор

Deng û dilê te yê heja sax be mamoste😊

ipeksengul
visit shbcf.ru