Dengbej Elîcanê Pasûrî seide nado

preview_player
Показать описание
Dengbej Elîcanê Pasûrî seide nado
Dêrneher:Mehmet Kastarlı

dengbej şakıro
şakıro
sıdıq qarlıova
aydın
dengbej zahıro
dengbej cahido
hüseyne muşe
dengbej hüseyno
delil dilanar
hozan şemdin
hozan aydın
muşli ihsan
dengbej metin
dengbej arıf
ibrahime pirike
dengbej ğeni marki
dengbej mustfaye fırdese
dengbej heqqe
hüseyne ömeri
nejmedin derike
dengbej seyidxane boyaxci
dengbej yakup
vedat akarsu
kurman bakuri
dengbej hesene şılbe
dengbej mıhemede tepe
Рекомендации по теме
Комментарии
Автор

Bi sebunete 15 gûlanê roje zimanê kurdîye û ez vê helbestê jibo we tevan dikim dîyarî.

Ezim ew zimanê daîkê.
Weke şekirim li sûkê.
Bi xemlim weke bûkê.
Wek şorba şekir tu rûkê.

Ev zimanekî pir delal.
Bi xemil xêl û şepal.
Jibo we xewn û xeyal.
Xweşikim weke bûkê.

Ev zimanê pir zengîn.
Weke aleka heft rengîn.
Li cîhanê yê herî zengîn.
Ka Kîyê min xwedî kê.

Temen bîst hezar sale.
Ne feqîr û bê micale.
Jibo her kesî xeyale.
Divê tu min xwedî kê.

Dîroka mirovatî li ba mine.
Her kesî pay ji min birine.
Bê xwedî hiştim pir gûne.
Çima tu jiber min fedîkê?

Ka li koka min bi nere?
Pir ayb û şerme ji te re.
Li zimanê daîkê vegere.
Tu dûrbê ji zimanê daykê.

Min tu bi şîr xwe mijandî.
Di dergûşe de tu hejandî.
Dipêçeka zanistî de hilandî.
Çawa xwe jimin bê hêvî kê.

Bê te qet nînim li cîhan.
Bê rûmetim li bin asîman.
Ez mame sêwî û perîşan.
Ka gelo kîyê min xwedî kê?

Va dijmin ez qedexe kirim.
Çime te ez xwedî ne kirim.
Dizanim bê te ezê dimrim.
Bê te ezê bibim dayka kê?

Zimanê me dayka kurde ye.
Nebê te dev ji min berdaye.
Tu bi qîmet û gelek buhaye.
Her emê bêjine te daykê.

Gava min dev ji te berde.
Ezê Bimrim ji kul û derde.
Qet cih nîne di mezer de.
Ez nînim bêyî zimanê daykê.

Mane min tu bişîr mijandî.
Min pir derd jibo te kişandî.
Xelkê tu bi zor ji min sitandî.
Gelo ev ferman tê jibo kê?

Nivîsîn Hêvîdar
Mehmet kurdî❤❤❤

FerhatKurdi-wp