Zarok TV - 🎵 Gundê Me🎵

preview_player
Показать описание
Gundê Me

Sibehê zû rabûme ji xew
Ji ber kupekupa meşkê
Ji ber kupekupa meşkê
Yadê bide min rûnê nivîşk
Pê re hinek dewê meşkê
Pê re hinek dewê meşkê

Piştî taştê berîya sibehê
Vedixwime şîrê mîyê
Vedixwime şîrê mîyê
Wa baz didim
Wa baz didim
Li pê karika Xalê Şivan
Li pê karika Xalê Şivan

Şivan pez anî bêrîyê
Li ber avê ser kanîyê
Li ber avê ser kanîyê
Çuxwe çuxwa şîrê mîyê
Min kef xwarî bi tilîyê
Min kef xwarî bi tilîyê

Lolo Mano lolo Xalo
Bide min berxika biçûk
Bide min berxika biçûk
Xwe çeng dikim çindik çindik
Li pê karik û gîska salê
Li pê karik û gîska salê

Stranbêj : Roj
Gotin û Muzik : Selman Dirbêsîyê

---
#ZarokTV #Stran #GundêMe #Kurmancî #Kirmanckî #KurdishChildren #KurdishKids #Kurds #KurdishTVs #KurdishChannels #KurdishTV #KurdishKidsTV #KurdishChildrenTV #Kurdish #Kürtçe #Kürdçe #Kurdî #Kurd #KurdishChannel

Рекомендации по теме