Aysel Avesta: Divê jin bi hêza parastina xwe bihesin

preview_player
Показать описание
,

Aysel Avesta/Politîka Azad: Divê jin bi hêza parastina xwe bihesin.

Gotina 'Parastin’ê van rojan gelekî tê bikaranîn û rojeva serekê ya gelê Kurd û jinan e. Gotina parastinê û êriş di zik hev de, ango bi hev re tên zikirkirin. Parastina çiya, parastina axê, parastina xwezayê û ya herî girîng jî parastina mirovan.

Baş e, parastin çi ye, ji bo çi parastin? Di kîjan şert û mercan de parastina rewa dikeve dewrê? Ji bo parastina rewa bê bipêşxistin pêwîstî bi çi heye?

Bêguman cihê êriş lê hebe, parastin dikeve dewrê. Li ser rûyê cîhanê her zindiyek ji bo jiyana xwe bidomîne û xwe bigihîne rojên nû pêwîst e ku li hemberî her cûreyê êrişan bikeve nava parastinê. Ev taybetmendî li cem zindiyan hemûyan heye, xwezayî ye û pêwîstiyeke herî gerdûnî ye...

Di vê pêvajoyê de ya ku em tê re derbas dibin, hem li hemberî çiyayên me, hem li hemberî hebûna me û hem jî li hemberî jiyana me êrişên pirralî tên kirin. Xaka Kurdistanê her roj tê bombekirin. Çekên qedexe jî di nav de teknîka NATO´yê hemû li hemberî gelê Kurd û zarokên wî tên bikaranîn...

Li hemberî van êrişan hemûyan li ser bingehê şerê gel ê şoreşgerî, gelê Kurd jî parastina hebûn û destketiyên xwe dike...

Me di helwêsta dayikên Şingalê de ev yek bi awakî zelal û darîçav dît. Dayikan bi kevirê destê xwe pêşî li êrişan girt û vîna xwe parast. Bêgûman, ev zanebûn, wêrekî, piştî ku fikr û ramanên Rêber Apo ket nava civaka Şingalê hat avakirin. Dîsa mînaka vê yekê şoreşa li Rojava ye ya ku îro li rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya jinê bi pêş dikeve...

Jinên Kurd îro li çar hêlên Kurdistanê ji bo parastina nirxên civaka xwe, azadiya xwe û gelê xwe li gel avakirina pergala neteweya demokratîk xwe di qada parastinê de jî bi pêş xistine. Ev hêza jinan bandoreke mezin li jinên cîhanê û Rojhilata Navîn jî dike.

Lê ji bo ku ev hêz dakeve nava civakê, pêwistî bi rêxistinkirin û perwerdekirina jinan heye. Lazim e her jina ku şidet lê tê kirin zanibe hêza parastina jinê li pişt wê ye...

Divê jin jî hêza parastina xwe ji rêxistina xwe bigirin û xwe wisa hîs bikin.

Malpera me:

Rûpelên me yên medyaya dijîtal:

Weşana me ya zindî li ser malperê:
Рекомендации по теме
join shbcf.ru