filmov
tv
Zarok Ma: Mala we ya duyemîn li benda we ye

Показать описание
Perwerdekara Zarok Ma’yê Evîndar Dûlek diyar kir ku hedefa wan a ji bo Zarok Ma’yê 600 zarok in û wiha axivî: “Zarok Ma bi armanc û hêviyek bi xurt dest pê kir. Heya niha 400 zarok serî li me daye. Em dibêjin mala we ya duyemîn li benda we ye, serlêdanên me berdewam dikin û dereng nemînin.”
Akademiya Ma Muzîkê ku piştî girtina Konservatuara Aram Tîgran di 3'yê adara 2017'an de li Amedê bi dirûşma "Ji bo her kesî muzîk, li her derê muzîk" starta xebatên xwe da, bi projeyên nû yên derbarê muzîkê de xebatên xwe didomîne. Akademiya ku bi Orkestraya Ahengên Xwezayî ya Ma'yê, Orkestraya Zarokan a Ma'yê, Orkestraya Jinan a Ma'yê û Orkestraya Ma'yê ji bo muzîka kevneşopiya kurdî mora xwe li bin xebatên serkeftî xist niha jî ji bo perwerdehiya zarokên 0 û 5 salî bi dirûşmeya "Mala we ya duyemîn" di 10’ê tîrmehê de Zarok Ma’yê vekir. Perwerdekara Zarok Ma’yê Evîndar Dûlek derbarê Zarok Ma’yê de ajansa me re axivî.
‘Em dixwazin zarok bi çand û zimanê xwe mezin bibin’
Evîndar destpêka axaftina xwe de li ser armanca vekirina Zarok Ma’yê sekinî û diyar kir ku ew dixwazin nifşê nû bi ziman û çanda xwe mezin bibin û got: “Zarok Ma 7 sal berê, bi mamosteyek re bi 3-4 zarokan re dest pê kir. Mixabin di serdema niha de nifşê nû bêyî ziman û çanda xwe mezin dibin. Me jî xwest ew tiştê hinek bişkênin. Me xwest bila zarok hem bi ziman û çanda xwe mezin bibin hem jî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Di cihê me ya berê de ji bo ku ew hewildana xwe pêk bînin cihê perwerdehiya ji bo zarokan teng bû û têra zarokan nedikir. Lewra me hewce dît ku di cihekê mezin û tenê ji bo zarokan bidin vekirin. Me xwest ew cih bibe mala wan a duyemîn. Ji ber ku zarok çiqas rehet bibin çiqas xwe li aîdê vir hîs bikin ew çaxê li vir çi fêr bibin dixin jiyana xwe. Ji ber vê yekê projeya Zarok Ma hem projeyek mezin hem jî bi armanc û hêviyek xurt dest pê kir.”
‘Hedefa me 600 zarok in’
Evîndar berdewiya axaftina xwe de diyar kir ku bala li ser Zarok Ma’yê hêviyek mezin dide û heya niha 400 zarok qeydên xwe çêkirine û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Hedefa me 600 zarok e. Cihê me mezin e û têra gelek zarokên vê welatê dike. Polên me 50 mitrekare ne. Zarok bi rehetî dikarin tevbigerin û em jî bi rehetî dikarin perwerdehiyên xwe bidin. Me niha ji bo cihê xwe reklamek baş çênekiriye û belavokên xwe jî belav nekiriye lê belê dîsa jî balekê gelek baş li ser Zarok Ma heye û heya niha 400 qeydên me hene. Jixwe şagirtên me yên berê jî hebûn. Gava me reklam û belavokên xwe belav kir jî hêvî dikim ku ji wê jimarê derbastir bibe. Em hinek dixwazin bi lez tevbigerin ji ber ku êdî perwerdehiyên xwe hêdî hêdî dest pê kirin e.”