Çîroka gundekî

preview_player
Показать описание
Çîroka gundekî

Di bin ronahiya heyvê de
Xewnên evîndaran dicivîn

Li wî gundî di bin darê de
Çîroka vînê dihat hûnîn

Şevan xwe li me digerandin
Di tariya wan de em digerîn

Evîn di dil de veşartî bu
Çavên me azad hevdu didîn

Hêviyan serî bi tirs radikir
Ta li ser dêman dibişkivîn

Li wî gundî evîn guneh e
Ji dîwaran me vedişart pistîn

Her ew di dil de ma hesretek
Ti çareserî ne hat danîn

Herdem li me dikirin ferman
Gulên sor nebûn ku bên kirîn

Ne bu xelatek ne diyarî
Gulfiroşan qet ne diwêrîn

Riyên gund hatin ji bîr kirin
Her di dil de ma sêwî evîn

 Abdulsalam Atto
Рекомендации по теме