HESENÊ GOGO - ELIYÊ XWARZIYA

preview_player
Показать описание
ELIYÊ XWARZIYA
Elî lo lawo, dilê xalê te germa vê havînê,
Kurmirê Feqîr Bava ketiyê ber derdê feqîriyê,
Xalê te dike nake nakeve berava eyneliyê,
Elî lo lawo, de tê bîna xwe bidê lawo, qudimê çokê xalê te da tu nîn e,
Tilî û pêçiyê xalê te nagrin, melhemekê çekê bide ser devê kambaxa birînê,
De rabe, rabe, rabe, rabe Eliyo lo lawo, xal qurban ve, êla Mîra giran e, bê te nabe.
Elî digo xalo îlo xalo, mêraniya te kir kesekî nekir,
Tê dozde topê Romê devzer ji hev bela kir,
De bira mala Feqîr Bava ne xana Xwedê be,
Wê çawa gulekî berî bedena Eliyê xwarziyê te dayê,
Nav namûsê xalê min nav êl eşîrê da bê qîmet kir,
Were xalo xalo xalo hey lo xalo xwarziya qurban be.
Elî lo lawo, Elî lo lawo, serê xalê te dêşe, dilê xalê te zêrezêr e,
Kurmirê Feqîr Bava ketiyê ber qedlê bexîriyê ye,
Kuçikçapa xalê te xerab e, dûrbîniya wê xayîn e,
Xalê te dike nake serê Feqîr ber telê bexîrê da ji hev najbêre,
Elî lo lawo, minê sondekê xwariye qesema bi navê Xwedê ye,
Seva heyfa Elî begê xwarziya, koka mala Feqîrbava biqedînim jin û mêr e,
De rabe, de rabe, rabe, rabe Eliyo lo lawo xal qurban be,
Êla Qeleniyê giran e, bê te nabe.
Elî digo xalo, îlo xalo, bes e bêje, bigirî, bilûrîne,
Birîna mine kûr e mi dêşîne, de tu zû ke sagoka lingê mi derîne,
Êdî xêra xwarziyê te tu wexta te ra tu nîn e,
Heger mêranîke te re heye,
De tê wisa bike bira heyfa Elî begê xwarziya rûbarê erdê nemîne,
Were xalo, xalo, xalo xao hey lo xalo xwarziya qurban ve.
Elî lo lawo, Elî lo lawo, dilê min kînekîna her sê rojê vê havînê,
Minê sondek xwariye qesema bi navê Xwedê,
Hetanî wezê koka mala Feqîr Bava neqelînim,
Bira mi heram be çîtê Hucê xanimê, razana şevê ê vê livînê,
De rabe, rabe, rabe, rabe eyal e lo lawo, xal qurban ve,
Êla bavê te giran e, kor bim lawo, bê te nabe.
Рекомендации по теме
Комментарии
Автор

Wey mala we hezar car ava, Bijî Kurd Kurdî û Kurdistan✌️

berryshemdin
Автор

Wun bi xer hatın Slav u Rez Serkeftîn🌺

berfinbilen
Автор

Ji Hesenê Gogo xweştir kesî ev klam negotiye...

osmansebri
Автор

Keda kurdê li yerêvanê zêde giranbuha ye spas ên ev keda delal kirîye

Slhtnl
Автор

DÉNGÉ KÚRDÍ EVİNE ZIMANÉ KÚRDİ HEVÍNÉ 🥰😍🥰😍

guvenaldemir