Medet Serhat: Ji Garê heta Siyanê berxwedan 22.02.2021

preview_player
Показать описание
JI GARÊ HETA SIYANÊ BERXWEDAN
MEDET SERHAT / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Li şûna çiyayê Garê em bêjin çiyayên Garê baştir e. Li başûrê wê Asûrî dimînin. Gundê Siyanê jî tam li nava çiyayên Garê gundekî Asûriyan e. Li rojavayê wê jî gundên Ergenê û Sêdarê hene. Ev gund di dema Seddam de hatin xerakirin, şewitandin û valakirin.

Dewleta Tirk di 10'ê Sibatê de bi teknîka şerê giran êriş bir ser Garê û Siyanê. Erdogan jî gotibû ezê roja çarşemê mizginiyekê bidim we. Armanca mizginiyê jî rizgarkirina wan êsîrên şer ên di destê HPG'ê de bû.

Piştî rizgarkirina êsîran jî wê li gundên Siyanê, Ergenê û Sêdarê bi cih bibûna. Ev herêm jî tam nava çiyayên Garê ne.

Gundê Siyanê ji aliyê cografî ve cihekî bihûşta li cîhanê ye. Li jêra gund bîreke ku bajarekî sed hezar kesî xwedî bike têra wê heye. Bi êrişa Artêşa Tirk re li Garê û têkçûna wan li Siyanê ji têkçûna wan a li Zapê girantir bû. Çawa ku têkçûna li Zapê dawî li Yaşar Buyukanit û Îlker Başbûg anî, wê ya li Garê jî dawiya rejîma faşîst a AKP-MHP'ê bîne.

Berxwedana li Garê nîşan da ku gerîlayên Kurdistanê ji aliyê stratejîk ve têk naçin. Çawa ku çiyayên Garê paşeroja şoreşa Kurdistanê ye, wê destûr nede ku Başûrê Kurdistanê jî were dagirkirin.

Tişta ku di navbera 10 û 14'ê Sibatê de hat kirin nêçîrek bû, lê ew bi xwe bûn nêçîr. Dewleta Tirk û dostên wan li Garê têkçûneke stratejîk dîtin.
___

Stêrk tv li ser şopa heqîqetê.
Ji bo hûn li kanala me Stêrk tv temaşe bikin, hûn dikarin bibin endam û rûpela me parve bikin.

#Weşanazindî #SterkTvZindî #SterkTVtemaşebike

Telegram: sterkkurditv

Weşana me ya zindî li ser malperê:

Rûpelên me li ser Internetê

Malpera me ya bê astengî û filtre
Рекомендации по теме
join shbcf.ru