Şivan PERWER - Kirivé

preview_player
Показать описание
Kırîvê vê sibê w’ezê bi Çiyayê Şengalê
Gola Simoqya diketim îro gelî di gelî de
Di gelî de di gelî de kirîvê lê lê...
Minê bala xwe dabû ku vê sibekê keçka Simoqya
Li xwe kiriye kirasê sor î melesî çeka ebawî
Eba di serî de
Xwe berdabû devê gola Simoqya
Mîna kevoka şînordeka
Çemê Xabûrê di binî da hê kirîvê lê lê...
Krivé tu zani ev guné min u te çiye
Hewqa re li min u te girtiye
Ji min u tera buye suc ku Ez muslumanim t ji ezidiyé krivé lé lé
Kırîvê w’ez ketime bextê te
Tê vê sibekê bi dengê qebqeba heramî kewan e
Xwe berde pozê Şengala şewitî
Tê bi şêxa Şêxê Melekê Tawis ke
Were di ser derd û kulan re ramûsanekê
Bi ser can û cesedê kirîvê xwe de berde kirîvê lê...
Kırîvê heger xêr be bila ji dê û bavê te re be
Heger gune be bila sedqa serê be
Ez feqîrê we me kirîvê lê...
Îcar keçikê bang kir:
Kirîvo w’ezê jin im ne bi destê xwe me
Qurbana te me, mtala neke
Ji xwe netirse, w’ez sond dixwum
Bi Şêx Adikê Melekê Tawis be
Heger w’ez mirim ji axa sarre me
Heger ez bimînim ji rih û can û cesedê
Kirîvê xwe re me kirîvo lo...
De ramûsanê me keçkê Êzîdiyan
Di xweşbûna sehera sibê da...
Di azanya melê de kirîvo lo...
Sîng û berê min kara xezala
Min xeşimê min dilmezê
Min kevoka şînordeka Çemê Xabûrê hê kirîvo lo
De mîna fîncana qehwê ferfûrî ne
Dev û lêvê min mîna şekirê Amedê
Di devê cuhê de kaxeskirî dicîne kirîvo lo...
De lo lo ax...
Рекомендации по теме