EZ ZAROKEK BÊ NAVİM HOZAN DÎNO

preview_player
Показать описание
Ez zarokek bê navim
Navê min winda bû ye
Nahêlin bînim bîra xwe
Jiyan bo min tariye

Ez mirim helebçê de
Bêdeng di nav xewê da
Kesekî ez nedîtim
Di nav pelên dîrokê da

Ez zarokek bê navim
Koçberim di mexmûrê da
Bê ewlekarî dijîm
Di bin siya mirinê da

Navê min dadgeha da
buhara ciwanî yê da
biryara min hate girtin
bi pênûsên qirêj va

Ez keçikek biçûkim
kolanên mêrsînê da
bûm çalakvanê hemdem
kevirê min destê min da

davêjin pêşerojê
bo xatirê vê dozê

davêjin pêşerojê
bo xortir bikin dozê
Рекомендации по теме