Bi çinîna reşkeyan hemû tilî terikîn

preview_player
Показать описание
Li Pirsûsê Zahîde Zeren ku rojê 11 saetan li nav erdên reşkeyan (kîmyon) bi 70 TL'yî kar dike, bal kişand ser şert û mercên zehmet ên kar û got: "Bi çinîna reşkeyê tiliyên me giş terikîne."


Li gundê Elîzer ê navçeya Pirsûs a Rihayê malbata Zeren li nav erdê reşkeyan (kîmyon) dişixule. Malbat ji serê sibehê heya êvarî li nav 15 donim erdê reşkeyan dişixule û heqedesta ferdekî bi 70 TL'yî ye. Zahîde Zeren (35), anî ziman ku bi vî awayî debara xwe dikin û got, karê wan karekeî zehmet e lê ji emcbûrî dikin. Zeren ku got "Em heya êvarî bi van destên tazî reşkeyê berhev vedidirûn" bal kişand ser zehmetiya kar û got: "Tiliyên me giş terikîne. Di dema şewbê de hikûmetê digot 'me alîkariya ev qas kesî kiriye.' Tiştek ji me re nehatiye. Em ji sibehê heya êvarî li ber tavê dişixulin."
Рекомендации по теме