Serpêhatî û çîroka Siwaro

preview_player
Показать описание
#siwaro #Stranbêj #muzîkjen #hunermend #Serhed #dengbêjî #wêjeyakurdî #muzîkakolanan #ÇavêXezalê # SeîdYusuf

Stranbêj û muzîkjen Siwaro li aliyekî ji me re hunera xwe pêşkêş kir, li aliyê din jî serpêhatî û çîroka xwe ya hunermendiyê bi me re parve kir. Siwaro ji me re behsa zor û zehmetiyên ku li Stenbolê pê rû bi rû dimîne jî dike.

Dema Serhed tê gotin mehên zivistanê serma, berf û bahoz tê hişê mirovan, di mehên havînê de jî zozan û hênikî ku xwesteke çûyîna wê herêmê zêde dibe. Tenê ev jî nîne, lewre dema ku Serhed tê gotin; bêguman dengbêjî jî tê hişê mirovan. Bi taybetî jî Evdalê Zeynikê, Şeroyê Biro, Reso, Şakiro û hwd. tê hişê mirov. Van dengbêjên navdar di dîrok û wêjeya kurdî de risteke girîng lîstine. Di roja me ya îro de jî dengbêj û hunermendên nû ji vê herêmê hiltên. Hunermend Siwaro jî yek wan e. Stranbêj û muzîkjen Siwaro li aliyekî ji me re hunera xwe pêşkêş kir, li aliyê din jî serpêhatî û çîroka xwe ya hunermendiyê bi me re parve kir.

Dengbêjî, hunermendî û hwd. çi tiştên ku bi çand û hunerê re eleqedar hebin heke di xwezaya mirov de nebe zehmete ku mirov dikaribe gavekê pêş ve biçe. Bi taybetî jî ev xwestek û huner xwe ji zarokatî ve dide xuyakirin. Çîroka destpêka hunerê ya Siwaro jî bi zarokatî destpê dike. Siwaro serpêhatiyên xwe wiha tîne ziman: “Bi zarokatî min gelek ji muzîkê hez dikir. Bavê min jî stran digotin, di malbatê de jî apê min disitiriya, lewma jî meraqeke min li ser stranbêjiyê hebû. Hêj di zarokatiya xwe de min gelek ji muzîkê hez dikir. Di sala 2013’an de tembûreke bavê min hebû. Min bi wê tembûrê destpê kir. Ji ber ku di zarokatiya xwe de min pir stran guhdar kiribû ez ji qet ne xerîbê muzîkê bûm.”

Rojnameya Xwebûn bi awayeke azad xebatên xwe yên rojnamegeriyê didomîne. Hûn jî li ser platforman dikarin Xwebûnê bişopînin.

Рекомендации по теме
Комментарии
Автор

Serkeftin Mamoste Sewaro , her Biji
Silav bo Qenete Xwebün❤❤

ChrisRAHE-ir