Xanim Qabul: Em bi hesreta jiyana berê û axa xwe ne

preview_player
Показать описание
Xanim Kabul a ku ji gundê Avyan ê Şirnexê ji ber zilma dewletê ji gundê xwe koçber bûye cudahiya di navbera jiyana berê û niha de nirxand û got: “Tu xweşiya jiyanê niha nema ye û tu kefxweşiya wê nîne. Jiyana niha li ser pere hatiye avakirin. Ji ber wê di vê serdemê de birçîbûn û belengazî zêde bûye. Em bi hesreta jiyana berê û axa xwe ne.”

Berî ku serdema kapîtalîst pêş bikeve jiyaneke xwezayî hebû. Bi taybetî jî li gundan jiyaneke komunal hebe û her kesî hemû pêdiviyên xwe bi destên xwe bi awayekî xwezayî hildiberand. Çandinî, çand, xweza, tendûristî û jiyan xwezayî bû. Berê li gundan gel bi sewalkariyê û hilbirînê debara xwe dikir û ev bi awayeke hevpar pêk dihat. Lê niha xweza roj bi roj dimre û mirovahî, civak ber bi aloziyeke mezin ve diçin. Piştî pêşketina teknolojiyê û kapîtalîzmê hem xwezaya gundan hat tunekirin û hem jî welatî bê cih û war man. Wekî ku ev hemû jî têrê nakin li herêmê şêniyên gundan bi destê dewletê ji gundên wan tên derdixin. Dayika bi navê Xanim Kabul a 82 salî ku yek ji van şêniyan û ji gundê Avyan Şirnexê ye, di salên 90’î de ji bo bibin cerdewan zext li ser malbata wê tê kirin. Xanim û malbata wê ku vê qebûl nakin, bi darê zorê ji aliyê dewletê ve ji gundê xwe tên derxistin. Xanim ev 31 sal e li Şirnexê bi cih bûye. Xanim, ji me re bahsa jiyana berê û niha û ya gund û bajêr vegot.
Рекомендации по теме
visit shbcf.ru