Koma Agirî - Girê şêra

preview_player
Показать описание
#koma_agirî
#Girê_şêra
#sitranên_kurdî
#كوما_اكري

Sitrana bi navê "Girê şêra", yek ji berhemên "Koma Agirî" ya bajarê Amûdê ye, ev yek ji wan "sitranên kurdî" ye, a ji kasêta bi navê "Serhildan" ya sala 1993 ' an e, û yek ji wan berhemên ku hunera kurdî zengîntir dike li "Rojavayê Kurdistan" li gel kom, hunermend û berhemên cuda mîna Koma Agirî Heleb, Koma Cûdî, Koma Tolhildan, Koma Botan, Koma zîlan, Koma Serhed, û her wiha komên tevahî Kurdistanê mîna Koma Berxwedan, Koma Amed, Koma Azad, Koma Welat, Koma Sê bira, ên ku bi hev re hunera Kurdî zengîn û rengîn dikin.

Têbînî: Şopdar û bînerên dilovan em dixwazin xalekê ji we re zelal bikin ku me hewldaye nivîsa stranan li gorî dengê ku hatîya gotin binivîsînin ne li gorî helbestê weke helbestvan nivîsî û hin peyv carcaran tên veguhestin ji ber hevok sererast bibe, ji lewre dibe ku di hin gotinan de û li gorî devokên herêmî hin şaşîtiyên rêzimanî derkevin holê an ne li gorî helbesta ku helbestvan nivîsî be, lê em bi fermî dibêjêjin ku em jê ne berpirsyar in.

Koma Agirî - Girê şêra

Ji kasêta bi navê (Serhildan) a sala 1993 'an a ji berhemên koma Agirî ya
bajarê Amûdê.

Koma Agirî - Girê şêra

Girê şêra şêr civandin
13 hevalan xwîn rijandin
Mardîn bi xwîna wan geș dibe
Gelê Nisêbîn bersiv dide

Xwîna Zana li erdê nahêlin
Tola Salih sed car rakin
Qehremanê newrozê ne
Mêvanê Egîd ji bo dozê ne

Salih şêr e girê sêr e
Qomîtanê șoreşgêr e
Îro şehîdê serhildan
Li dû Sebrî girtî dîlan

Sûnd bi xwîna wan şehîdan
Wan hogiran wan egîdan
Newroz bi we bû serhildan
Li dû Sebrî tim tolhildan
Li dû we tim serhildan
……………………………………..

Helbest: Ş. Yûsif hec Qasim- Birûsk
Awaz: Elî Mensûr
Deng: Elî Mensûr- Dîler Berxwedan

Çavkanîya agahdarîyan:
Beşîr Melle
Elî Mensûr

Filter û mastrîng: Erdelanê Amûdê
Tîprêzî: Cîhan Osman
Lêveger û Redekter: Felek Îbrahim
Lêvegera redekterê: Ezîma Hesen
Wêne: Dilşad Îsa
Montac: Lawîn Mûsa
Şopandin û lêvegera dawî: Elî Hacî
Amadekirina ji bo YouTubê: Şepal Mûsa
Barkirina li ser qenala Youtubê: Raman Orkêş
Amadekarî û Derhênerî: Xemgîn Çiyayî
Рекомендации по теме
Комментарии
Автор

Hûn dikarin nerînê xwe bi dil firehî bi me re parve bikin 🙏🙏💐

HuneraPîroz