filmov
tv
Piyase - Kolber

Показать описание
Kolber, Kolbar, Şelebirî an jî bi navê dagirkeriyê bazirganiya “qaçax” a li ser sînorên Kurdistanê. Kolbertiya kurdan piştî Kurdistan bû çar parçe dest pê kir. Çîroka wê balkêş e, bi êş e, zor û zahmet e.
Gelê kurd debara xwe bi bazirganiyê dikin piştî ku di nav Kurdistanê de sînorên xeyalî hatin xêzkirin jî, karên xwe yên bazirganiyê berdewam kirin. Lê ji ber ku li ser van sînorên xeyalî hêzên dewletan hatin bi cîh kirin êdî navê bazirganiya kurdan bû kolberî.
Welatiyên Kurdistanê çandinî, cotkarî û bazirganiyê dikin û bi riya bedilandinê pêwistiyê xwe pêk tînin. Ceh, genim, nîsk didin bi penîr, goşt, rûn, titûn, çay, çixare, birinc, televizyon û sarincan. Di salên dawî de jî mazotê bi amûrên teknolojîk, dîjîtal û tekstîlê dibedilînin.
Her sal bi dehan ciwanên kurd di riya kolberiyê de ji aliyê hêzên îranê û leşkerin tirk ve tên qetilkirin. Lê dîsa jî ji ber zehmetiyên jiyanê tevê hemû metirsiyên vî karê kolberî tê kirin. Li gel tundiya hêzên Îran û Tirkiyeyê rewşên xwezayê jî ji bo kolberan xetereyeke mezin e. Kolberên ku barê giran li pişta wan in, di bin aşûtê de dibinin, ji bo ku ji hêzên dagirker yên li ser ‘sînor’ xwe rirgar bikin ji çiyayan dikevin birîndar dibin an jî jiyana xwe ji dest didin.
Rojnameya Xwebûn bi awayeke azad xebatên xwe yên rojnamegeriyê didomîne. Hûn jî li ser platforman dikarin Xwebûnê bişopînin.