Bestekar Nathan Felix albuma `Ocalan` amade kir 30 09 2020 – Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî,

preview_player
Показать описание

BESTEKAR NATHAN FELÎX ALBUMA “OCALAN” AMADE KIR
ALBUMA OPERAYÊ “OCALAN” 15’Ê COTMEHÊ LI SER MEDYA DÎJÎTAL DIKEVE WEŞANÊ

Bestekar Nathan Felix, li bajar Houston ê eyaleta Teksasê dijî.

Berî 4-5 salan hevalekî wî qala Kurdan û Rêber Apo jê re dike.

Li ser vê yekê Nathan Felîx, tevlî kampanya azadiya Rêber Apo dibe.

Ji bo piştgirî bide têkoşîna azadiya Kurdan û kampanyaya ji bo azadiya Rêber Apo bi navê “Ocalan” albumek amade dike.

Album wê 15 Cotmehê li ser hemû platformên medya dîjîtal bikeve weşanê.

Televîzyona Medya Haberê pirsa çima navê Ocalan li albumê kiriye ji Nathan Felîxê Meksîkayî pirsî.

Nathan Felîks bestekar û hunermendekî operayê yê Meksîkî ye û li Teksasê dijî.

Felîks ku gelek besteyan çêkiriye, herî dawî ji bo bi navê “Ocalan” albumek amadekiriye.

Albûma ku bi navê “Rêber Apo” hatiye amadekirin, wê di 15’ê Cotmeha 2020’an de li ser medya dîjîtal bikeve weşanê.

Nathan Felîks, sedema ku navê “Ocalan” li Albûma xwe kiriye ji televîzyona Medya Haberê re vegot.

Dibêje ku min îlhama xwe ji fikrên Rêber Apo û têkoşîna Kurdan wergirtiye.

Dibêje ku ji şoreşa Rojava jî îlhamê girtiye.

Nathan Felix, dide zanîn ku wî dixwest di Adara 2020’an de albumê bixe weşanê, lê ji ber pandemiyê paş xistiye û mizgînî dide ku wê di 2021’ê de li gelek welatan were pêşandan.

Herî dawî jî Nathan Felix li ser pirsa “gelo hûn dixwazin albûma xwe li Rojava jî biweşînin” dibêje; “Wê ji bo min şanazî be.”
Комментарии
Автор

Bravo, Nathan!!
I have such a renewed admiration and adoration for your passion about the world and the way people treat one another.
I continue to follow you and your great career!
Sending you my warmest, heartfelt love from Austin, Tx USA

tedable