Şêxo - Keko - | Album : Prangalar 1994 |

preview_player
Показать описание

Maf & Parastina Telîfan : © Deutsch -Kurdisches Kulturinstitut
@Deutsch-Kurdisches Kulturinstitut

Şêxo:

KEKO ZIMAN DIRÊJIM

Keko ziman dirêjim
Mexeyde ez çi bêjim
Ez xêrxwaz û dîlovan
Bê toz û bê qirêjim oy oy,,,

Ziman ê min û teye
Nisk û genim û ceye
Gelek zîwan têde ye
Niha jêre werbêjim oy oy,,,

Genim hemi zîwane
Bê rûmet û erzane
Bi ser hevda berdane
Lê ez jêre girbêjim oy oy,,,

Zimaneki kevnare
Çend sale ko beyare
Di bin lingê neyare
Bi ser we de navêjim

Ez ne şêxim ne mewla
Li kes nakim teşqela
Ji ber wan derd û kula
Bê roji û nimêjim yo oy,,,

Tim dixwazim azadi
Divêm xweşî û şadî
Bê zor kesek heq nadî
Ne zordest û xwinrêjim oy oy,,,

Helbest : Cegerxwîn
Muzîk : Şêxo (Prangalar - 1994)
Рекомендации по теме
visit shbcf.ru